BENDAR & Kehaneta Sêmenda

BENDAR & Kehaneta Sêmenda

Romana BENDAR, ji 15 beşan pêk tê. Roman li ser tevneke Fantastîk hatiye avakirin. Roman bi beşa Mala Bêban dest pê dike, bi Kehaneta Sêmenda didome û bi beşa Kesk û Sor û Zer bi dawî dibe. Di romanê de gelek raz û sembolên kurdewar bi cî bûne. Di vê romanê de pirtûk bi lehengên xwe re dipeyivin. Di beşa Korê Nekor de ji devê leheng gotinên Felsefîk tên vegotin.
“...Herkes paş de mabû. Zilamê ku bi tena serê xwe mabû, bi lez û bez ket hundirê mala bêban. Bêhna wî çikyayî û dilê wî mîna ku li sîngê wî bixe hildiavêt. Di nava gelek tiştên ecêb de derbas bûbû, bi rewşeke westiyayî tenê daxwazeke wî hebû ku ew jî derketina derve bû. Pêşî li dora xwe nihêrî û bi baldarî meşiya. Piştî qasekê odeyeke piçûk î balkêş derketibû hember wî…

Navê Kitêbê BENDAR & Kehaneta Sêmenda
Navê Orîjînal BENDAR & Kehaneta Sêmenda
Nivîskar Hekim ATAY
Wergêr / Lêkolîner -------
ISBN 978-605-9426-31-2
Cûre çirok
Rûpel 256
Ebat 14.00 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2018
Çapa Çendan 1
Berg Amerikan cilt